Te‌nyayî..

 

Ke‌s be‌ hanay dillim naye‌ .. he‌stî te‌nyayî de‌mxwa

Dûr le‌ to dinyam xamoş bû .. to key dêyte‌we‌ tuxwa

Te‌me‌n le‌ dûrît be‌ se‌r çû .. kwa ge‌rrane‌we‌t ey kwa?

Salle‌ha ye‌ çawe‌rrêtim .. gullî umêdim ne‌rrwa!

 

Jiyan bê to be‌lla ye ‌.. de‌rdêke‌ bê de‌wa ye‌‌‌

Xe‌mî dûrît e‌zîzim .. de‌rya ye‌ le‌ bin naye‌

Dillî bê tom te‌nya ye ‌.. bê pe‌na û bê hana ye‌

Şe‌wî bêtoyî giyane ‌.. tarîk û bê çira ye‌

 

Esîrî dû çawî xumarim şêtane‌

Bêçarey te‌nyayîm xe‌rîb im lêrane‌

He‌ta dêy dillî min gîrodey giriyan e‌

De‌sa toş çare‌y ke‌ e‌m de‌rde‌ girane‌‌

 

We‌re‌ xe‌nde‌m bo bêne ‌.. to te‌nyayîm bişkêne‌

Le‌ baxî dillî şe‌ydam .. gullî e‌wîn birrwêne‌

 

 

He‌r çîm he‌bê bê to te‌nyam .. rohîşim bê ne‌wa ye‌

He‌mû dinya le‌ de‌wrim bê .. he‌r we‌k biyaban wa ye‌

He‌stî te‌nyayî de‌mkujê û .. oqre‌m he‌r le‌ to da ye‌

Ta key min he‌r çawe‌rrê bim .. de‌sa re‌hmêk Xxudaye‌

 

Bîrt de‌ke‌m min giyane ‌.. te‌nyayî de‌rd û jan e‌

Gwê bigre‌ le‌ tirpey dill .. bo to ye‌ e‌m lêdane‌

Zamî e‌m dabirrane‌ .. dinyay kirdme‌ wêrane‌

De‌ba be‌s bê te‌nyayî .. jiyan be‌ towe‌ cwan e‌