
Awaz: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Dabeşkirdin: Şapour Bastansiar
Daye..
Daye giyan dayey şîrînim
Ey dayey eşiq û ewînim
Dûr le to min çîm ey daye
Çon bijîm bê to laylaye
Kiwa laylayeye û dengî nermit
Kiwanê xoşî koşî germit
Taku mawim lem dunyaye
Bo to dejîm tenha daye
Eger dûrim le to daye jiyanî min le mergaye
Bellam giyanim wek pepûle hemîşe le ser sertaye
Ruhim kilol û birîne cestem awarey zemîne
Tenya dengê tuxwa daye rizgarim ke lem hewdaye
Le baweşî germî to da fêrî îşqî niştîman bûm
Herwek çiroyi lêwî behar aware bûm be dest rojgar
Debê rojêk bitbînmewe ey daye gyan dayey azar

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul
Bew Bew..
Bew bew bawanim bîbîley dû çawanim
Bê şerim kiçole çopî ruhî rewanim
Areqî wek şîle dê le sînew memîle
Menaze nermîle herwek taze çemîle
Çopî ger bo to bê tanem agat lexo bê
Ger birwanî le min nîgat le ember bo bê
To le dûr derrwanî şil şil çend mîhrebanî
Şîrîne zimanî herwek kiçî Silêmanî
Dê le hatû çoye dillî xoşdewê boye
Dillim her hî toye kijî şarekeyi Koye
Ciwane wekû bukê wataze heldetrukê
Pêheldê be nûkê her wek kiçî Kerkukê
Be sîne berokê demhênête ser çokê
Kîça devera min le Zaxo ya Dihokê

Awaz: Necmedîn Aware
Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul
Rêbwar..
Rêbwarî manduy rêy dûrim
Karwançîmew radebûrim
Şareket degirme baweş
Şeyday bonî gullî sûrim
Wek melî ber rêjney xeyall
Konî kirdûme umir û sall
Her çend derrom diwayi naye
Desa çareyê Xudaye
Rêbwarî rêgay beharim
Helbirawî kuştey yariim
Namome be bizey lêwî
Wek mangî diyarî nadyarim
Destim le pirçî ew dawe
Dillim le lay becê mawe
Sefer le gell xoyi birdûme
Wek asmanî tem girtûme

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul
Azîz wanabê..
Azîz wanabê aşîq wanabê
Weha bêbak bî û meylit nemabê
Koç dekey bê ho gullit nemabê
Her wekû behar xezanit wa bê
To bo kê deba hewrî cudayî
Kê fêrî kirdî jînê tenyayî
Boçî axir bo kesî Xudayî
Le dillit nebû bo mall awayî
Bigerrêwe ta dill bahestî
Bitka be vînos bo xoşewîstî
Werewe wekû hewrî beharan
Azîztirt kem le carî caran

Dabeşkirdin: Zakaria
Awaz û Honrawe: Beyto Can
Agir ketye dilê min..
Agir ketye dilê min xew nakevê çavê min
Çima tû jimin dur ketî bêje rûnya çavê min
Rinda min gewra min çen sale ez hîvya teme
Çend sale ez benda teme
Ew çî ax û nalîne dill şewtî berif bîne
Tu bixatrê Xwê biky ne bêje yarê dîne
Rinda min gewra min çen sale ez hîvya teme
Çend sale ez benda teme

Awaz û Dabeshkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul (Bo.N)
Naze..
Agar çî le to dûrim
Namoy pişt heft sinûrim
Le gelltam wek sêberit
Rêbwarim radebûrim
Şewane xewnî min toy
Le gelltam ke xem exoyî
Be nîgat aşna min
Ke beser ruhma eroyî
Naze naze meyke le ser dillim ey yar
Naze naze meyxere ser barî azar
To birwane minî dêwane boçî bot desûtêm
Wêllim be diway nawî wellatê goranî bo billêm
Nazî to demjiyênê
Dûrî to dem giryênê
Nazenîn çawekanit
Be maçê demdiwênê
Bê dengim lêre bê awaz
Bê sozim lêre bênaz
Meger to awatim bî
Bimdeyewe destî rast
Naze naze meyke le ser dillim ey yar
Naze naze meyxere ser barî azar

Awaz: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul
Dabeşkirdin: Şapour Bastansiar
Gullî Genim..
Gullî genme koçeryekem ba bes bêw îtêr waz bêne
Le yadîşa le xem gerrê nawî em base mehêne
To temaşay dunya bike çen zû derrwa çend gorrawe
To birwane aşqan û çend birawew çend dorrawe
Min em wuşe le kê bênim ta gûnahê benawî kem
Min natwanim kildanî to her dillê bêw le çawî kem
Ke dewranî dunya wa bê ke goran le xora bê
Aşiq be gemey destî xem îşqîş ba karwansera bê
Min dewarî nîştîmanêkim le kole bo bes nebê
Hewarêkî wêranim lê be cê mawe bo kes nebê
Bo bes nebê ke îşiq le jêr heres dabê
Îşiq le jêr rehmî çeqo û mergî tazey hewes dabê

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul
Gull firoş..
Xanimî gull firoşim şagullî bîr û hoşim
Ta dunya neykûştume ba gullawit binoşim
Xanim derrwa bo seferê çîbikem heta minîş berê
Ew dest ew destîm pêdeka derrwa û nanêrê xeberê
Le perçemî zengull zengull deyrijênê gullaw be kul
Herdem demî naz û ciwanî minî bird û be kul be kul
Xanim tuxwa lê megerrê koçit berew mergim berê
Le lencet gull debarê wa demkûjê be carê
Xezan le dillî dawim degrî bo beharê
Gull firoş baxî kêye gullî to û xotî lêye
Baxewan qurbanit bê herdem çawim le rêye

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul
Her yadit mawe..
Bo hêştit bibim be xoşewîstit
Ke cêt dehêştim be bê hoy wîstit
To net dezanî beharîş debey
Dillim be carê bêlane dekey
Birînêkî wat le dillim kurdewe
Ta şadî ewsat le bîr birdimewe
Her yadit mawe yadit jîyane
Le yadnamey min şîrînî giyane
Dunyaş her be to qeşeng û ciwane
Ax çend ciwane...
Ke to royiştî min çîm beserhat
Îşiq wa yarî xoyim pê akat
Jiyan le duway to çî be ber mawe
Koşkî ewînim kird be kelawe
Bo her la biçiim yadgarît mawe
Her xem û taze bû be paşmawe

Awaz û Honrawe: Muhemed Arif Cizîrî
Dabeşkirdin: Zakaria
Ha gulê..
Diwerin gula biçînin
Ha gulê ha gulê ha gula min
Avê li beliga bireşînin
Ava mala bireşînin
Keyfa xo bi gulê bibînin
Diwerin gulê bibînin
Ava hewda biçînin
Bû wan gulêt sor û zer
Xemêt xo birevînin
Dizeverîn ji xerîbiya
Çîn nav mêrg û kanya
Seyrangahêt Solavê
Dikeyn keyf û xoşiya
Min gulêk çanid ji xora
Deng zeda ji hemê dera
Wan bê bexta ji min stand
Roja min bire ava

Awaz: Bijar Dîlan
Dabeşkirdin: Şapour Bastansiar
Honrawe: Serkewt Resul
Boçî hatî..
Boçî hatî ta bizanî ke min çonim
Hatuy dûdill gwaye ra gorekey konim
Boçî hatuy lem xurbete çît lêm dewê
Hatuy raray kesêkî tirim xoş dewê
Lem dur be to şewnimê bûy gullit cê hêşit
Firmêsik û xiwênî zorîşit be çawim rêşit
Ewey carê dirkî eşiqî be dill daçê
Be lay babû gull û ciwanîşî danaçê
Boçî hatuy ta zamî kon bikulêtewe
Hatuy dîsan dill le taw bitlêtewe
Dû behare le to wunim le min wunî
Dû behare min bê tome toş bê minî

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resul
Dûrî to..
Dûrî to giyane jane şewane sûtane
Bê toyiş rû le rûxane azîzim bîzane
Be çawî aşiq le min binore le pay çî giyane em îşqe zore
Çon dillit tuwanî wa be asanî le bîrî bikey firmêskekanî
Tenya toy xoşewîstim
Be badey toye mestim
Toy gullaley mebestim her toy helbestim
Dest bide destim
Bê behar le jîn bê yek bîn bo birîn her bigrîn
Ba yek bîn ewîn ey hawjîn ta ew jîn helbigrîn
Newek êstake em îşiqe pake kûştey dillêkî bayî û bêbake