Laperrey Spî (White Page)
Release Year
Title
Listen
2010
Qeder
ls1.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Qe‌de‌r..

Min ne‌mde‌zanî .. e‌wîn we‌ha ye‌
Qe‌de‌rim he‌mûy .. wa le‌ e‌şqa ye‌
Xoşe‌wîstî to .. hênd le‌ dillma ye‌
Min çare‌nûsim .. le‌ ge‌ll to da ye‌

Ne‌mzanî hênde‌ .. dillim şe‌yda ye‌
Bê to he‌llnaka .. hîç le‌m dinyaye‌
Ne‌mzanî dilldarî .. de‌bête‌ xe‌mbarî
Ah û girye‌ û zarî .. de‌şêwê şe‌wgarî

Min çîbke‌m qe‌de‌r e‌ .. le‌ twanam be‌de‌r e‌
Nagorrê ta se‌r e‌ .. ca îtir toş we‌re‌
E‌şqî to lêy dawim .. min bo to rûxaw im
Şêtî tom, ta mawim .. mêçare‌ û damaw im

He‌rgîz ne‌mzanî .. îşqit nûsrawe‌
Le‌ ne‌wçe‌wanî .. min mor kirawe‌
Duay naşadî .. le‌ min xwênrawe‌
Le‌ te‌xtî qe‌de‌r .. bom he‌llwasrawe‌
De‌stî cadûge‌r .. bo min birawe‌
Ta he‌ye‌ şadî .. lêy dûr xirawe‌

2010
Maç
ls2.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Maç..

Bimde‌rê maçê.. le‌w lêwe‌ cwane‌
Maçêkî ge‌rmî.. zor aşiqane‌
Pêm me‌llê: Na na.. to e‌w çawane‌
Maçî dilldarî.. de‌way dillan e‌

Swêndim xwarduwe ‌.. swênd be‌w Ye‌zdane‌
Ta maçit ne‌ke‌m .. narrom lêrane‌
Rût we‌rme‌gêrre ‌.. na tuxwa giyane‌
Maç û mûç hîway .. xoşe‌wîstan e‌

Hatûm bo maçê .. bêne‌ dey kwanê?
Le‌ se‌r pe‌yman û .. wa‌de‌key jiwanê
Ew lêwe‌ bêne ‌.. pêm billê: Hanê
Ye‌ke‌m car maçêk .. ca lêwlêwanê

Maçêkim de‌wê .. maçî dilldarî
Maçêk le‌ lêwî .. xunçey be‌harî
He‌r de‌bê bênî .. maçêk be‌ diyarî
Lay min bimênê .. kiçê bo yadgarî

Maçêkî lêwit .. gişt dinya dênê
He‌rçî xe‌m he‌ye‌ .. le‌ dill de‌rdênê
He‌sre‌t xe‌rîk e ‌.. min de‌sûtênê
Bêne‌ maçî ke‌m .. he‌r he‌mû şwênê

2010
Nîgay Pirrgo
ls3.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî




Nîgay Pirrgo..

Çîte‌ wa lêm de‌rrwanî .. be‌ nîgay pirr pe‌nhanî?!
Dillî aşqim şêt e‌ û .. nagrê be‌rgey cwanî!
To be‌w çawe‌ pirr le‌ naze ‌.. çît lêm de‌wê bixwaze‌
We‌re‌ e‌m dille‌y min bo to .. pirr le‌ raz û niyaz e‌

Cwanê to ge‌lê cwan î .. bo be‌ îşqim nazanî?!
Dill he‌r çawî le‌ rête‌ .. key rêgey pê de‌zanî?!
Min dillim bo to rûxawe ‌.. hîç aramî ne‌mawe‌
Xe‌llkî he‌mûy pê de‌zanê .. giyanim bo to sûtawe‌

Dill be‌ tase‌‌ min çawe‌rrêm .. he‌mû de‌me‌w êwarê
Le‌w çawe‌ cwaney .. îşq de‌barê
Min e‌m dille‌m boy .. dête‌ xwarê

E‌y hawar Xudaye ‌.. le‌ de‌st e‌w bellaye‌
Xe‌rîke‌ de‌mkujê .. de‌llê: Dêm û naye‌

Ke‌ dêyt û bom de‌rrwanî .. le‌m nawe‌ gull de‌barê
Ge‌r çiley zistanîş bê .. lêm de‌bête‌ gullzarê
To le‌ ge‌ll xota de‌hênî .. he‌mû xe‌mllî be‌harê
Dill be‌ tase‌‌ min çawe‌rrêm .. he‌mû de‌me‌w êwarê

Min he‌mû şadîm .. le‌ to da ye‌
Se‌br û aramîm .. bê to naye‌

Dê û dill de‌le‌rzênê .. rohim lê de‌sênê
He‌r çawê he‌lldênê .. he‌mû dinya dênê

2010
Le Gell To
ls4.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Le‌ Ge‌ll To..

Azîzim, bawanim, çawim he‌r le‌ rêy to ye‌
Gullî min, dillî min, zorim xoş de‌wêy boye‌
Pêm waye‌ dûr le‌ to, dinya he‌mûy diro ye‌
Giyanî min to key dêy? ba be‌s bê e‌m rorroye‌

Ke‌ to dêy şadî dê be‌har le‌ ge‌ll xot dênî
Le‌ baxî dillî min gullî e‌wîn de‌rrwênî

Azîzim pêm xoş e‌ le‌ ge‌ll to bim he‌mû jîn
To bo min, min bo to, jiyan pirr ke‌yn le‌ e‌wîn
Bêtoyî azar e‌, satê bê ye‌ktir ne‌bîn
Name‌wê bo çîme‌?! jînî bê to naze‌nîn!

Bînayîm çe‌nd cwan î he‌r naz e‌ û lêt de‌barê
Ke‌ nawim de‌hênî şêtim de‌key be‌ carê!

2010
Canam
ls5.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Canam..

Dilê min tijî e‌vîn e ‌.. bo te‌ ne‌mam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Bo te‌ bi ax û nalîn e‌ .. bê te‌ ne‌mam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Care‌k we‌re‌ min bibîne ‌.. bo te‌ ne‌mam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
De‌rmanê dilê min bîne‌ .. bê te‌ ne‌mam, ax lê canam, wax lê xanam, cana min

Evîn ge‌le‌k xwe‌ş e‌ xanam .. dilê min se‌rxwe‌ş e‌ canam
Ke‌çê bo te‌ mirim ne‌mam

Dûrî te‌ pirr de‌rd û be‌lam
E‌z e‌sîrê kul û xe‌mam .. di nav êş û jana de‌ mam
Bê te‌ jîna min çû te‌mam

Ax e‌z çibkim de‌lala min .. tu şirîn û he‌vala min
Dê ke‌ngê bêye‌ mala min .. tu ronî û şe‌mala min

Şirînê he‌r tu yara min .. gulê xe‌mla be‌hara min
Aşiq û e‌vîndara min .. ji ke‌çan diyara min

Nav dilê min mala te ‌ye ‌.. bo te‌ ne‌mam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Xe‌yrî te‌ ke‌s tê tine ‌ye ‌.. bê te‌ ne‌mam, ay lê canam, way lê xanam, cana min
Ge‌r tu ne‌bî min kî he‌ye? ‌.. bêy te‌ ne‌mam, ax lê canam, wax lê xanam, cana min
We‌re‌ e‌vîn li hêiya me ‌ye ‌.. bê te‌ ne‌mam, ax lê canam, wax lê xanam, cana min

2010
Bêdil Hiştim
ls6.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Bêdil Hiştim..

Dilbe‌r dixwaze‌ vî canê min bistîne‌
Dilê min dibe‌ û qe‌d ji bo wê xe‌m nîne‌
Min dihêle‌ naxwaze‌ qe‌d min bibîne‌
Xwe‌dê se‌d hawar giran e‌ e‌v birîne‌

Min jê he‌z kir û care‌k ne‌hate‌ rayê
Min qe‌d jê ne‌dî ji xe‌yrî de‌rd û tayê
Carna min dixapîne‌ dibê: Têm, nayê
Ee‌mrê mim we‌ha çû pê re‌ ke‌tim be‌layê

Eman e‌man yar e‌man e‌man
Tu çûy e‌z mam bo kul û xe‌man

Çi xwe‌st min dayê min care‌k ne‌got: Na na
Se‌rdara dil we‌kî mîra, we‌kî xana
Li be‌ndê mam û xapandim we‌k ne‌zana
Emrê min he‌mû bir mam bo de‌rd û jana

He‌valno de‌stêm bigrin birîn giran e‌
Ma kî we‌k min de‌rdê e‌vînê dizane‌?
Dilbe‌ram çû ma bo çi ye‌ e‌v jiyane?‌
Kî we‌kî min dil me‌lûl û bê xudan e?

2010
Le Meyxane
ls7.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Le‌ Me‌yxane‌..

Saqiya bade‌m bo têke ‌.. ke‌ rohim xe‌rqî xe‌mêk e‌
Ke‌ de‌mbînî dagîrsawim .. dill sûtawî çawcwanêk e‌
Îmşew se‌brim te‌nya pêk e ‌.. dinya he‌mûy şe‌rabêk e‌
Satê ne‌key le‌ bîrim key .. tuxwa he‌r mey bêne‌ û têke‌

Pêkê bo e‌w çawe‌ cwane‌ .. ke‌ çîrokî e‌şqêk e‌
Têke‌ dillim pirr le‌ jan e‌ .. ke‌ he‌r nîgay de‌rdêk e‌

Cêm bo raxe‌n le‌ me‌yxane‌ .. ke‌ dill şahî se‌rxoşan e‌
We‌rin de‌wrî mêzim bigrin .. îmşe‌w korrî dilldaran e‌
Saqî bêne‌ e‌w pêkane‌ .. he‌llyande‌m bo e‌w çawane‌
Bêne‌ xe‌mim be‌ mey bişom .. ke‌ mey de‌rmanî dillan e‌

Be‌ xe‌yallî e‌w çawane ‌.. ke‌ dillim şe‌ydayane‌
Hî e‌w nazdarey Kurdistan .. ke‌ bo min he‌mû jiyan e‌‌

2010
Çawerrêtim
ls8.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Çawe‌rrêtim..

Çawe‌rrêtim naze‌nîn min roj û şe‌wane‌
Dill sûtawî maçêkî ge‌rmî e‌w lêwane‌
Bêne‌ bon ke‌m le‌ sîne‌t e‌w cûte‌ sêwane‌
Dillî şe‌ydam aşiq e‌ bo to çawe‌rrwan e‌
We‌re‌ cwanê min dinyam le‌ ge‌ll to da cwan e‌
De‌stim bigre‌ û ramalle‌ he‌rçî de‌rd û jan e‌

To te‌nya awatmî .. min bê to jînim nawê
Axir to xot de‌zanî .. dillim ke‌wtote‌ dawê
Lêm ge‌rrê têr bim le‌ to .. dill bika oxey tawê
Tu xwakey be‌ze‌yît bê .. be‌ î‌şqî dillsûtawê
E‌m dille‌ şête‌ bigre‌ û .. le‌ de‌ryay îşqit bawê

Dillî şe‌ydam aşqî çawî cwanî to ye‌
Axir gullê aşqbûn bê bone‌ û bê ho ye‌
Le‌ dinyada e‌şq ne‌bê he‌mû şitê diro ye‌
Bê dilldarî e‌m jîne‌ he‌r girye‌ û rorro ye

We‌re‌ cwanê min dinyam le‌ ge‌ll to da cwan e‌
De‌stim bigre‌ û ramalle‌ he‌rçî de‌rd û jan e‌

Bo e‌sîrî îşqî xot .. maçê bêne‌ be‌ diyarî
Maçî lêwî şîrînî .. we‌kû xunçey be‌harî
We‌re‌ mallim awake‌ .. le‌ e‌wîn û dilldarî
Jînim pirrke‌ le‌ şadî .. le‌wpe‌rrî be‌xtiyarî
We‌re‌ ke‌s we‌k to niye ‌.. to cwantirîn yarî

2010
Tenyayî
ls9.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Te‌nyayî..

Ke‌s be‌ hanay dillim naye‌ .. he‌stî te‌nyayî de‌mxwa
Dûr le‌ to dinyam xamoş bû .. to key dêyte‌we‌ tuxwa
Te‌me‌n le‌ dûrît be‌ se‌r çû .. kwa ge‌rrane‌we‌t ey kwa?
Salle‌ha ye‌ çawe‌rrêtim .. gullî umêdim ne‌rrwa!

Jiyan bê to be‌lla ye ‌.. de‌rdêke‌ bê de‌wa ye‌‌‌
Xe‌mî dûrît e‌zîzim .. de‌rya ye‌ le‌ bin naye‌
Dillî bê tom te‌nya ye ‌.. bê pe‌na û bê hana ye‌
Şe‌wî bêtoyî giyane ‌.. tarîk û bê çira ye‌

Esîrî dû çawî xumarim şêtane‌
Bêçarey te‌nyayîm xe‌rîb im lêrane‌
He‌ta dêy dillî min gîrodey giriyan e‌
De‌sa toş çare‌y ke‌ e‌m de‌rde‌ girane‌‌

We‌re‌ xe‌nde‌m bo bêne ‌.. to te‌nyayîm bişkêne‌
Le‌ baxî dillî şe‌ydam .. gullî e‌wîn birrwêne‌

He‌r çîm he‌bê bê to te‌nyam .. rohîşim bê ne‌wa ye‌
He‌mû dinya le‌ de‌wrim bê .. he‌r we‌k biyaban wa ye‌
He‌stî te‌nyayî de‌mkujê û .. oqre‌m he‌r le‌ to da ye‌
Ta key min he‌r çawe‌rrê bim .. de‌sa re‌hmêk Xxudaye‌

Bîrt de‌ke‌m min giyane ‌.. te‌nyayî de‌rd û jan e‌
Gwê bigre‌ le‌ tirpey dill .. bo to ye‌ e‌m lêdane‌
Zamî e‌m dabirrane‌ .. dinyay kirdme‌ wêrane‌
De‌ba be‌s bê te‌nyayî .. jiyan be‌ towe‌ cwan e‌

2010
Rojanî Xoşewîstî
ls10.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Rojanî Xoşe‌wîstî..

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn
Pirr le‌ şadî û be‌xtiyarî
Le‌ dilldarî..

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn
Dûr le‌ azar û xe‌mbarî
Le‌ bêdostî, le‌ bêyarî..

Jiyanî bê e‌wîn jan e
Jînî bê e‌şq kwa jîan e‌?!

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn
Pirr le‌ e‌wîn bûn şe‌wgarî
Yar be‌ naz û le‌nce‌y
Kollê e‌şqî lê de‌barî..

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn
Pirr le‌ xunçe‌y ne‌wbe‌harî
Aşiq de‌bûm be‌ naçarî..

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn
Pirr le‌ xunçe‌y ne‌wbe‌harî
Le‌ sîhrî çawî xumarî
Aşiq de‌bûm be‌ naçarî..

Ke‌y dêye‌we‌ xoşe‌wîstî
Çawe‌rrêtim.. bê to dêwane‌m

2010
Bêytewe
ls11.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Bêyte‌we‌‌..

Çawe‌rrêtim we‌re‌ giyane‌
Be‌xte‌we‌r ke‌ e‌m jiyane‌
Jiyan cwan e‌ le‌ to da ye‌ be‌ to cwan e‌
We‌re‌ bêne‌ xe‌ndey aşiqane‌
We‌k gullan e‌
E‌w nîga pirr nazane‌
We‌re‌ dill he‌r çawe‌rrwan e‌
We‌kû caran şe‌wane‌
Be‌ hîwate‌ le‌ jiwan e‌

We‌re‌ bibîne‌, de‌rdim bizane‌
Dill bê to bê lan e‌
Se‌yrî hallim ke‌ çe‌nd pe‌rêşan e‌
Payîz e‌, xe‌zan e‌
Îtir bes bê e‌m jane‌ girane‌
We‌re‌ he‌r îşiq rêgey dillan e‌

Kê hêndey to şadî dênê?
He‌st û sozim de‌bizwênê?
Dillaramîm de‌rrifênê, de‌torênê?
Kê we‌kû to e‌wîn de‌barênê?
Îşiq dênê
Awazî dill de‌xwênê
Şadim de‌ka, de‌mgiryênê
Le dillda he‌r de‌mênê
De‌mkujêt û de‌mjiyênê?!

2010
Ewin Wa Niye
ls12.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



E‌wîn wa niye‌..

Wam de‌zanî îşqî to nabirrête‌we‌ ta he‌taye‌
We‌kû îşqî min azîz he‌mîşe‌yî û bêkota ye‌

Azîz axir e‌wîn key wa ye‌?!
Îşiq lay to wa bê be‌ha ye‌
He‌rwa bê ho azîz cêm de‌hêllî bo?
Dway to kêm he‌ye‌ kiçê le‌m dinyaye?! ‌

Bêwe‌fayî wa kiçê çon re‌wa ye‌?!
We‌fa lay to çon wa bê mana ye‌?!
Le‌ dinya te‌nya tom xoşde‌wîstî
Ee‌m dille‌m bê to se‌bûrî naye‌

Azîz boçî dill de‌sûtênî?!
He‌zar de‌rd û xe‌m le‌ dill de‌çênî
Cêm dêllî de‌rroy axir boçî bo?!
He‌rçî hîwa ye‌ lêm de‌xinkênî!

2010
Çansêkî Tir
ls13.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Çansêkî Tir..

Min hêşta tom xoş de‌wê .. de‌zanim toş way cwanê
Dillî toş he‌r natwanê .. cwanê

Toş qe‌d bê min he‌llnake‌y .. ke‌wtîne‌ de‌rd û janê
Kwa mîhre‌banît e‌y kwanê .. cwanê?!

Min ne‌mzanî to bo min .. hênde‌ dillit sûtawe‌
Ne‌mzanî bo îşqî to .. minîş wa rohim ne‌mawe‌

Be‌s e‌ waz bêne‌ de‌ waz bêne‌.. jîn bo ême‌ be‌ e‌şq û e‌wîn cwan e‌
Ne‌mzanî dilldarî wa ye‌ ax giyane‌

Min ne‌mzanî dillî min .. giyane‌ hênde‌ şe‌yda ye‌
Ne‌mzanî toş bê aramî .. bê min se‌bûrît naye‌

2010
Bo Kurdistan
ls14.mp3
ls.jpg

Awaz & Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî



Bo Kurdistan..

Em xake‌ cwane‌ .. bo min jiyan e‌
Roh û giyanim be‌ fîday Kurdistan e‌
Çawî he‌muwan e ‌.. hîway dillan e‌
Çe‌nd şîrîn e‌ bûkî cwanî cîhan e‌

Laney e‌wînim .. se‌rçawey jînim
Kurdistan
he‌r toy .. çarey birînim

To şadî û azadî û mayey se‌rfirazîm
Min bo to be‌ rohim he‌r amade‌ û razîm

Ey Kurdistanim .. he‌nase‌m, giyanim
Min tom ne‌bê aware‌ û pe‌rêşan im
Nûrî çawanim .. daykim, bawanim
Rojê dûr le‌ to he‌llnake‌m, natwanim

To gurr û tînim .. xe‌wnî şîrînim
Kwêrayîm dadê .. dûr bim ne‌tbînim

Download Ringtones

Fans On Facebook

Official Zakaria Profiles

Facebook Wikipedia