Rojgar
Release Year
Title
Listen
2002
Rojgar
r1.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Şapour Bastansiar



Rojgar..

Rojgarî bextim takey herwaye
Min û dilldarî leyêk cudaye
Xudaye takey halî min wabê
Hemû jiyanim her betenha bê

Seran ser dunya halim dezanê
Kes çarey derdî dillim nazanê

Temen sertapayî gellawerîn bû
Herzamî sext û her dill birîn bû
Xo to dezanî çend dill şikawim
Bedway îşqî to bê hîwa mawim
Îter boçî toş wazim lê dênî
Wek gullî behar îşqim demrênî

2002
Netbînim
r2.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Caner Tepecik



Netbînim..

Netbînim rojê mallim wêrane
Netbînim rojê şar biyabane
Şeqam kiz û mat gella rêzane
Netbînim rojê agir barane


Netbînim, ger rojê netbînim
Bêzarm, mergî xom debînm

Binêre binêre, lem atir û şilêre
Le reyhanî zullfit, bomyan hellbijêre
Ke min durbim le gull, ca çon bijîm lêre!?

2002
Boçî
r3.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Shallaw
Amadekirdin: Şapour Bastansiar



Boçî..

Boçî betenha lêra cêt hêştim!?
Çîrokî îşqî lawît pênêştim
Diyare nazanî gullim wa nabê
Na îşq waye û wefaş wanabê
Ke to cêt hêştim gullim çiro bû
Axir îşqî to hemuy diro bû


Îşqim çû gullim çû
Rojgarim beser çû
Çawarrêy behar bum
Qat nemdî û beser çû


Dillêk aşiq bêt her denallênêt
Dillî to berde dillim deşkênêt
Na to aşiqî, na îşqîş waye
Xoşewîstî min bebê perwaye
Namzanî etoş derroy bewêllî
Wa be carê toş becêm dêllî

2002
Dîlana
r4.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Edib Çelki & Kardo Biradostî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Dîlana..

Dîlana me rengîne
Tevda xurt û zêrîne
Dema min temaşa kird
Yara min nav da nîne

Dîlana banî berme
Pir kêferat û germe
Dema min yar nedîtî
Agir barî li serme

Çaxê yarê dibînim
Heyrana disitrînim
Li govend û dîlana
Aşiq har û dînim

Xurt û werin dîlanê
Zeyro werin dîlanê
Were revşa govendê
Were destê min carê

2002
Hellperkê
r5.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Caner Tepecik



Hellperkê..

Hellperkê germe, şayi ye hera ye
Kiç û kur têkall bezme û hera ye
Herkes bo dostî peyman debestî
Şan le şan dexişê destêk alla ye

Nazdar û bêrî şîrîn û dulber
Meryem û melek sadayî lewbere
Serçopî girin xanim dulber
Emrro le gerek şayi ye, sema ye

Zireyî bazine û dengî gobere
Hawarî şabaş sadayi lew bere
Naze be çawan pêm dellê were
Birya sed birya ew bo min biwaye

Hellperin deydey beşan her beşan
Memkoley nasik ba bête hejan
Şoxêkî ciwanm kirduwe be nîşan
Ciwanî wa niye wek perî waye

2002
Beserhatî
r6.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Şapour Bastansiar



Beserhatî..

Beserhatî dilldarî
Bote basî emşare
Hemu xelik dêyzanî
Bewafa boî emcare

Dillî minîş miştêka
Tuwanay azarit naka
xoşim lêra awarem
Wazim lêbênî çaka


Giryan le gyanî min da
Le diway to wek barana
Dezanim rojêk demrim
Her be ew îşqey carana

Îşqî min dastanêk bû
Hemu kesêk pêy zanî
Keçî to xista jêr pêt
Minîş bum be qurbanî

2002
Suham
r7.mp3
rojgar.jpg

Awaz: Folklor
Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Edib Çelki
Amadekirdin: Caner Tepecik



Suham..

Eman neman neman suham
Ema tu çuy wez xeribmam

Ew jîwanim heyam heyam
Şew û roja li benda temam
Poste reben maye wala
Na wene hatin na peyam

Li nêv baxan tuşah gulbuy
Li ser çavan tu reşkilbuy
Li şev zengê bo agire herê helbuy

Xem û kowana di helgirim
Ji derde te eze dimrim
Bê silav û xatir xivastim
Îro tu çuy te ji bir kirim

2002
Yaran
r8.mp3
rojgar.jpg

Awaz: Folklor
Honrawe: Îsmaîl Xûrmalî
Amadekirdin û Dabeşkirdin: Şapour Bastansiar



Yaran..

Le jer zerdaw nurî mexrîb da degirîm dîsan
Le naw befrî bere beyanda degirîm dîsan
Min degirîm û dezanim ew çend pîroze
Bo xemî min baweşî ew çend besoze
Îter yaran lemgerrên ba emşaw şînî îşqe bikem
Bo em soze mangî qelem çiroy wişe berê bikem

Emşew cejnî şîr û bedmestî mina yaran
Şewî bexte û rehêlleyi îşqe em şaw yaran
To temaşayi kiçanî şar be çirpawe
Be xirrîwayi hezar nazî sere rêwe
Çon weku mel pola û polî ser çinarin dên û deçin
Qatarî gull çemî rengin çiroy sewzin dên û deçin

2002
Gullalla
r9.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Abdulrehman Belaf
Amadekirdin: Şapour Bastansiar



Gullalla..

Awazêkî namoye
Ew gullalla boçî dewarê
Ewe destî payize xezana
Şine bay aşqana le kê berew kê berê
Beharî şoxe çaw be giryane

Çira xamoşe le gell awazî sutanê dill
Derunim pirr haware
Le gell azarî be koll
Debê çîbkem xudaye?

Her mergî îşqe bote sermaye
Mirov xewnêke jiyan deryaye

Behar royi têparrî
Bo nabînim bizeyi lêwî all
Boçî napîşkê zerdexane
Le neşey mestî asmanî runî derwazeyi xeyall
Dill xoşim be asmanî şemall

Rêgay hewraz û lêje em îşqe pirr xefete
Bo xelkî wizeyi awa û bo minîş her nehate

2002
Tu naza neke
r10.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Kardo Biradostî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Tu naza neke..

Tu naza neke delalê nazenînê
Bejin zirave esmerê xiwên şîrînê
Destê min bigre mevhema ser birînê

Rindê berxê siterka geşa asmanê
Narê kulê dêmke viyat zozanê
Tu bo min jînî tu gul nesrînî
Be bejna zirav tu xot hejinî
Avirê çawa min dexapînî

Bote ez dînim her dinallînim
Dê carêk were da te bibînim
Ji ber duryate bê dîn dînim
Pîştête canê kes nahebînim

Gewrey xezalê şîrine şepalê
Dildarê teme welah delalê

2002
Werewe
r11.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Şapour Bastansiar



Werewe..

Weku derya şepoll dedem
Be giryanim harasanim
Be çiwar dewirim gêjan dexom
Çî beser hat dezgîranim!?

Dezgîranim weku perî le kenarî xor awabun
Bebê bizayi mallawayi le destim derçu bê şun
Ew rojaney be yekawe perî gullman helldewarand
Ew satanay le lêwî yek maçî beharîman deçand

Werewe, werewe derdî dill çarekeyin
Derdî dill girane ba îtêr çareykeyin
Ba îtêr nesûtêyin herdukman taku heyin
Werewe le xerîbî, Werewe...

Bigerrêwe taku destî baxçe û behar lêra bigrîn
Bigerrêwe le xerîbî ba çîdî bo yektir negirîn
Êsta êra wuşke bo min weku werzî gellawerî
Êsta pêkî peşîmanî denoşîm le daxî awîn
Ew rojaney be yekawe perî gullman helldewarand
Ew satanay le lêwî yek maçî beharîman deçand

Werewe, werewe derdî dill çarekeyin
Derdî dill girane ba îtêr çareykeyin
Werewe, werewe derdî dill çarekeyin
Werewe le xerîbî, Werewe...

2002
Gullê
r12.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Şapour Bastansiar



Gullê..

Diwênê wextî êwarê
Kedîm gullaw debarê
Nemzanî yarî xome
Benaz derrwa becarê

Gullîş lerast to waye
Şermazar û riswaye
To gullî to gullawî
Bonî gull her le to daye

Taw taw zulfit serşan paxşane
Ciwanî to tenha hî kiçî Kurdana

Arê gullê çaw be kilê
Bew çawaney bazit billê
Ger leber minîş nebê
Kemê le Xiwa bika sillê


Aşiqim rû le destim
Min şêtî çawî geştim
Baweş û egiricey to
Le min bote beheşim
Ezîzm gullî jala
Bejnit dellêy şimşalle
Minîş wêll û awarem
Bê to jiyanim talle

2002
Sallana
r13.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Honrawe: Folklor
Dabeşkirdin: Zakaria
Amadekirdin: Şerîf Keyran



Sallana..

Sallana sallana meçe serawe
Yixan miş esbabim raxe bertawe
Bîr opucûk îsterem lê lê
Xêra dew babê
Yabanci de gîlem pismamêteme
Dibêji nabej hevalêtane


Sallana sallana tujweda hatî
Aşkim ateşî rinde dilêmin ketî
Soz vermiştin dilber dilber
Çima nahatî
Yabanci de gîlem pismamêteme
Dibêji nabej hevalêtane

2002
Takey
r14.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Şapour Bastansiar



Takey..

Takey binallim bo to gyane takey bisûtêm
Ey biryarit wanebû fermut min rojê her dêm
Zistan wa royi beharîş hat to her nehatî
Jehrî tallî çawarwanît damê to le cîyatî

Ey to xot nazanî derdî çawerrwanî
Ta çend be azare dirk û êşû janî
Giyane bo nehatî azîz bo nehatî
Netpirsî hewallim êşû merge satî

Şew niye agar carê xewnit pêwa nebînm
Wa dezanim le baweşim day leser serinm
Ke çaw helldênim giyane ballayi berzit nabînim
Dubare demsutenî derd û zamî ewînim

Giyanekem zû were nazdarim zû were
Bes carê bitbînim giyanim bo xot bere

2003
Kurdistan
r15.mp3
rojgar.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Ismaîl Xurmalî & Edib Çelki
Amadekirdin: Caner Tepecik



Text: Soon

Download Ringtones

Fans On Facebook

Official Zakaria Profiles

Facebook Wikipedia