Têlînaz
Release Year
Title
Listen
2004
Bo peşîmanî
t1.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Caner Tepecik




Bo peşîmanî..

Bo peşîmanî to le dilldarî
Debê biçêjî êş û azarî
Ke to dillit da û dillêkît êstand
Zor dillnya be dû dillet sutand
Êstaş le pay çî le Xiwa natirsî
Bezeyît nayet be xoşewistî

To peşîmanî û her peşiman be
Çaw be firmêsk û dill be giryan be
Taku ew rojey degerrêytewe
Şet û sutawî eşqî caran be

Baweşî eşqi min kirawe ye
Bo rojekanî yektir peristî
Behar be bê gull rengî nanwênî
Jiyan payîz e bê xoşewîstî

2004
Têlînaz
t2.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Edib Çelki
Amadekirdin: Caner Tepecik



Têlînaz..

Şîrînpeyv î, hingivîn î
Hêvî û awazevîn î

Berî bi çaw te bibînim
Ez ji te ra har û dîn im

Şilan û gula baxan î
kêş tirazya peyvan î

Kengî dê hême wan rwîyan
Lêvxemrîyan, cût hirmiyan

Têlînaz Têlînaz Têlînaz
Têlînaz gerdengaz
Têlînaz Têlînaz Têlînaz
Têlînaz vin û raz

2004
Jiyan bê to
t3.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Caner Tepecik



Jiyan bê to..

Bê toyî rûxawe laney îşq û wefayîm
Ta key binalim ey ezizim, ey henasem
Bo dilley pir îşq û tasem

Jiyan bê to nemawe, coran çûl û rûxawe
Bê toyî nemawe xewnî behar û ciwanî
Jiyan bê to nemawe, hawar bo to Xuda ye
Çî lêhat, çî lêhat, îşqî ême çî lêhat?!
Bê toyî rijawe le çawim îşqî xiwênî
Xoşewistî û wefayî lay to çîrokî sutawe
Lay to hiç bawi nemawe
Bê to şikawe dilley pir zam û birîn

 

2004
Şahjina rojhilatê
t4.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Edib Çelki
Amadekirdin: Caner Tepecik



Şahjina rojhilatê..

Hay Lê rindê, lê rindê
Bejna zirav bilindê
Rewşa bajar û gunde

J`Eyntab û Diyarbekir
Rindê pora xw şe kir
Tilisma îşqê vekir

J`Elezîz û Dersimê
Çaw reşê demgenînê
Ez kuştim vê xanimê

Rindê Silêmanî ye
Firişta asmanî ye
Dilbera vi canî ye

J`Dihoka Behdîna ne
Pir heybet û giran e
Şehbanoya jinan e

J`Kerkûka babagurgur
Singê wê mercan û dur
Agirê îşqê helkir

J`Hewlêr û Hawdîyan e
Nazenîn u viyan e
Taca serê jinan e

J`Hesek, Qamişlî Efrîn
Dêmnebat û hingvîn
Ew e sultan û evîn

J`Urde û Adiyemanê
Sernex, Cizir Batmanê
Şehzadeya cihane

Sine û kermanşahî ye
Heyva şeva sahî ye
Tirîfe û ronahî ye

2004
Le dudillît wazbêne
t5.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Caner Tepecik



Le dudillît wazbêne..

Eger to wefadarî
Eger be rastî yarî
Peymanî rastîm bidê
Ya mergî be yekcarî

Le dudillît wazbêne
Carê wefat binwêne
Dill hawarî bot hêna
Nehatî bo hawarî

Talê le zullfit nadem be şarê
Aşiqî tom e, net pirsî carê

Natwanim bê to gyane natwanim
Bê meylî to ye azarî gyan im

Ba bes bê em jiyane
Jiyan merg û jan e
Xoşewîstît sutane
Sutawim be azarî

2004
Were esmer
t6.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Edib Çelki
Amadekirdin: Caner Tepecik



Were  Esmer..

Şoreş û berxwedan e
Xebat û serhildan e
Li başûrê welatî
Şerê man û nemane


Mizgînî hatin xelat
Roja me Kurdan helat
Li duwazdehê Nisanê
Rizgar bû parçek welat

Pêşmerge Kurdistanê
Rijiyane nêv meydanê
Navê wan çû dîrokê
Deng vedaye li cîhanê


Kerkûk, Musil û Zimmar
Şêxan, Mexmûr û Şingar
Xaniqîn û Mendelî
Li wan pîroz bît buhar

Mijde bo Kurdan heman

Zorî û bindestî neman
Aşê dijminan herift
Wergerin çerx û zeman


Bilind kin ala Kurdan
Azad biye nîştiman
Evro bo Kerkûk û Musil
Sibe Amed û Bokan

Dê wernê wernê wernê Wernê dîlanê esmer
Dê wernê wernê wernê
Werne govendê dilber

Dê wernê wernê wernê
Werne şoreşê leşker
Dê wernê wernê wernê
Ala kesk û sor û zer

2004
Çon wanabê
t7.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Caner Tepecik



Çon wanabê..

Çon wa nabê, Çon wa nabê
Dillim eşqî ciwanît nabê
Le çawî min hênde ciwanî
Nabê hîç ciwanî wa hebê

Çawekanit le kil nawê
Naz defroşî bem du çawe
Ellên meylit be min dawe
Dua ekem xozge wa bê

Çon wa nabê, wa nabê le astî ciwanê
Dill bezêne rifêne katê erwanê

Tîrêkî wat le dill dawe
Her roj meylim bo ziyad ebê

Be wuşey naz û peymanit

Dembey berew dunyay ciwanit
Şîrîn e wek lêwakanit
Her wuşeyek lay to wa bêt

2004
Warê min
t8.mp3
telinaz.jpg

Awaz: Zahir Birîfkanî
Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Ebdurehman Hacî
Amadekirdin: Caner Tepecik


Warê Min..

Pêkenîna dost û yara
Xumxuma ava riwî bara

Dengê kewa li zinara
Awazên te ne, warê min

Tev teşîrês û bêrîvan
Pale û cutyar û şivan
Tim dê bo te bin zêrevan
Berê xo bide karê min

Ez im kevir, ez im çiya
Ez im befir bo têhnîya
Her dê gehime hêvîya
Û paşve çît neyarê min

 

2004
Tom nawê
t9.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Caner Tepecik



Tom Nawê..

Birro îter min tom nawê
Pîret kirdim le dunyayê

Rengî beharît nemawe
Bonî caranit lê nayê

Rabirdum be bîrme hênewe
Zamekanim pê ekulênewe
Birro çîter rêm megire
Birro, birro de wazbêne
Ew dilley diwênê etnasî
Emrro pirr le zam û xiwên e

Ke barget têkna û royiştî
Rehêlle hata û dayigirtim
Amêzêk nebû dampoşî
Lem şare bêkesit kirdim

2004
Meylî wellat
t10.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Ismaîl Xurmalî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Meylî Wellat..

Çend rojêke dillim meylî êwaranî wellat deka
Çawim meylî pîre qella û şine û awî wellat deka

Xozge dekra le ser balî goraniyek min dehatmewe
Le kolana, le şeqama, carêkîtir min dexlamewe

Ey Niştîman qezay hugbey kiwêstaneket le êre xem
Qezay û hugbey germiyaneket sed hezar car le êra xem

Çolekey her ser çîlêkit sed kenarî êre dehênê
Şerm û bizeyi her şoxêkit sed firîştey êre dehêne

2004
Were Saqî
t11.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Caner Tepecik



Were Saqî..

Em şew bêyarim, saqî bom têke
Dillbirîndarim, saqî bom têke
Sarêjke zamim êş û azar im
Bige hawar im, saqî bom têke

Saqî giyan im ax û nalîne
Saqî satê bêzar im lem jîne

Bom têke saqî, lew bade ciwan e
Ba bîxomewe derdim giran e
Dillim zor tenge û gelê xembar im
Em şew bêdarim, saqî bom têke

Jiyanim talle, û bade dermane
Çarey derdî min lay to asane
Be badey rengîn bike tîmarim
Gelê bêzarim saqî bom têke

2004
Agirî îşq
t12.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Serkewt Resûl
Amadekirdin: Caner Tepecik



Agirî îşq..

Îşq eger çawî kiz bê, ta xoşîşman agir debê
Îşq eger sûtan nebê, beheştîşman agir debê

Namekanim bisûtêne, yadgarîşman agir debê
Ey agirî nêw em sînem, hewaley naw agir debê
Ger detewê bimsûtênî, be naley naw agir debê
Ke mirdum min, wanekanim zayeley naw agir debê

Îşq hatî werzî ruhe, ke nehatî agir debê
Hellqirçanî tasekanî, beserhatî agir debê
Gullî dunyat be naw dekem, guldanîşman agir debê

Pena bidey hana hênim, wa dillim pirr agir debê
Le sûtanim xot bibîne, ta zullim pirr agir debê
Min bisûtêm baxî yadit, bo gullim pirr agir debê
Bo zebûnî halî fîrqet, hetaw helbî agir debê

2004
Were semaye
t13.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Caner Tepecik



Were Semaye..

Xanim le destim hellpere tawê
Şayi ye û Kurdî ye hîç şermî pê nawê
Besse nazkirdin were pêş çawê
Serçopî bigre du dillî nawê

Pencem le pencey to nabêtewe
Şayi ye û reşbeleke lêk nabêtewe
Semay kiçî ciwan qet nabirrêtewe
Bonî mîxekyan le sîng dêtewe

Doll û zurnaye le pêş malltan daye
Tenha dengî to le nêw şayi naye
Şayîş bebê to her wek nebê waye
Were dey hellpere dillim zor şeydaye

 

2004
Şivanê garê
t14.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Edib Çelki
Amadekirdin: Caner Tepecik



Şivanê Garê..

Hizir nekey dê lê mînî
Her dê xewna pê ve bînî
Serê Garey her ave ke
Tu warê min naçêrînî

Çi Eskender, çi Zeynefûn
Berî we li, vêre peyda bûn
Welatê me lê bû agir
Hemû tevde, revîn û çûn

Her çê ke bo me pîlana
Dê agehdar kem şivana
Rêwas gaz diket ez û tu
Pêkve naçî çi dîwana

 

2004
Sergerdanî
t15.mp3
telinaz.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Cebar Hebîb
Amadekirdin: Caner Tepecik



Sergerdanî..

Rojê lêm zîzî, rojê em duwênî
Peyman dabestî, peyman deşkênî
Serim surmawe min çon têt bigem
Her roj be carê to xot denwênî

Were, were were bawanim peyman meşkêne
Deba çîter xelkî şar nellên peymanşkêne
Zû were em care, zîzbunit mergî hêna

Destim bernabêt lem çawe ciwan e
Dill lêt têr nabê şîrînî giyan e
Rojî zîzbunit agirbaran e
Çon dillit dênî to bimsutênî

 

Download Ringtones

Fans On Facebook

Official Zakaria Profiles

Facebook Wikipedia