Nîgay Pirrgo..

 

Çîte‌ wa lêm de‌rrwanî .. be‌ nîgay pirr pe‌nhanî?!

Dillî aşqim şêt e‌ û .. nagrê be‌rgey cwanî!

To be‌w çawe‌ pirr le‌ naze ‌.. çîm lê de‌wê bixwaze‌

We‌re‌ e‌m dille‌y min bo to .. pirr le‌ raz û niyaz e‌

 

Cwanê to ge‌lê cwan î .. bo be‌ îşqim nazanî?!

Dill he‌r çawî le‌ rête‌ .. key rêgey pê de‌zanî?!

Min dillim bo to rûxawe ‌.. hîç aramî ne‌mawe‌

Xe‌llkî he‌mûy pê de‌zanê .. giyanim bo to sûtawe‌

 

Dill be‌ tase‌‌ min çawe‌rrêm .. he‌mû de‌me‌w êwarê

 

Le‌w çawe‌ cwaney .. îşq de‌barê

Min e‌m dille‌m boy .. dête‌ xwarê

 

E‌y hawar Xudaye ‌.. le‌ de‌st e‌w bellaye‌

Xe‌rîke‌ de‌mkujê .. de‌llê: Dêm û naye‌

 

 

Ke‌ dêyt û bom de‌rrwanî .. le‌m nawe‌ gull de‌barê

Ge‌r çiley zistanîş bê .. lêm de‌bête‌ gullzarê

To le‌ ge‌ll xota de‌hênî .. he‌mû xe‌mllî be‌harê

Dill be‌ tase‌‌ min çawe‌rrêm .. he‌mû de‌me‌w êwarê

 

Min he‌mû şadîm .. le‌ to da ye‌

Se‌br û aramîm .. bê to naye‌

 

Dê û dill de‌le‌rzênê .. rohim lê de‌sênê

He‌r çawê he‌lldênê .. he‌mû dinya dênê