Bo Kurdistan
Bo Kurdistan..
Em xake cwane .. bo min jiyan e
Roh û giyanim be fîday Kurdistan e
Çawî hemuwan e .. hîway dillan e
Çend şîrîn e bûkî cwanî cîhan e
Laney ewînim .. serçawey jînim
Kurdistan her toy .. çarey birînim
To şadî û azadî û mayey serfirazîm
Min bo to be rohim her amade û razîm
Ey Kurdistanim .. henasem, giyanim
Min tom nebê aware û perêşan im
Nûrî çawanim .. daykim, bawanim
Rojê dûr le to hellnakem, natwanim
To gurr û tînim .. xewnî şîrînim
Kwêrayîm dadê .. dûr bim netbînim